Familienförderung

Piştgiriya Malbatê

Beşek giring a xebatên komeleya me beşa Piştgiriya Malbatê ye. Armanca me piştgirîkirina malbatan û endamên malbatan e di rûbirûbûna jiyanê de, herweha teşwîqkirina wan di pêvajoya guherînê de. Em bi çalakiyên xwe bi taybetî ji bo malbatên xwedî ezmûna koçberî û penaberiyê, jîngehekê ava dikin da ku bersiva pêdiviyên kesane, daxwaz û bendewarî, maf, nasnameya civakî, têkiliyên civakî û vejîna laşî û derûniya wan bide.

Di heman demê de em agahî û ezmûnên xwe di Workşop û semînaran de bi rêxistinên din, destpêşxerî û xebatkarên piralî re parve dikin.

Beşa Piştgiriya Malbatê di nav sazî û komên xebatê yên jêrîn de çalak e:

○    AG Familienbildung
○    Sozialraum AG
○    Väter-AG
○    Bildungsnetzwerk Mariannenplatz
○    BeFaN – Netzwerk
○    Migrationsbeirat Friedrichshain-Kreuzberg
○    Begleitausschuss für den Aktions- und Initiativfonds
○    FachAGs Migration
○    Familienbildung beim Paritätischen Wohlfahrtsverband

Piştgirên me yên Darayî

○    Bezirksamt Friedrichshain-Kreuzberg von Berlin
○    Senatsverwaltung für Arbeit, Soziales, Gleichstellung, Integration, Vielfalt und Antidiskriminierung (Partizipations- und   Integrationsprogramm)
○    Deutsches Hilfswerk

Projeyên me li Berlînê

Griffbereit
Griffbereit

Griffbereit komeke lîstikê ya bi Almanî û Kurdî ye ji bo piştgiriya dêûbavan û zarokên wan ên 1 heta 3 salî.

Navenda Malbatan a Navçandî û Pirzimanî ya Rengînê
Navenda Malbatan a Navçandî û Pirzimanî ya Rengînê

Em alîkariya Dêûbav û malbatan dikin di mezinkirina zarokên wan de. Herweha piştgiriya malbatan dikin ji bo pêşvebirina pirzimanî, derfetên wekhev û beşdariya civakî.

Projeyên me li Bremenê

Kursa Sazê ji bo zarok û ciwanan
Kursa Sazê ji bo zarok û ciwanan

Em zarok û ciwanên 8 heta 14 salî li Bremenê vedixwînin da ku bi rêya Sazê bikevin cîhana muzîkê.

Danskirin bi rêya çandan
Danskirin bi rêya çandan

Di kursa me de ciwan dikarin hunerên xwe yên dansê bibînin, afirînerî û îfadekirina xwe pêş bixin.

Projeyên me li NRW

Projeyên me li Rheinland-Pfalz


MIJARÊN TÊKILDAR

  • Workşopên Govendê
    27.09.2024
    Workşopên Govendê

    Hûn dixwazin gav, rîtm û rehendên çandî yên govendên Kurdî fêr bibin û bi zarokên xwe re bibin xwedî ezmûnek zengîn û xweş?

  • Pîrozbahiya Roja Jinan li Navenda Malbatan a Rengînê
    07.03.2025
    Pîrozbahiya Roja Jinan li Navenda Malbatan a Rengînê

    Em bi xebatên xwe ve girêdayî dadperweriya Înterseksiyonal in û ji bo jinan qadên parastinê û wêrekiyê ava dikin.

  • Li Kafêya Dêûbavan axaftin li ser beşdariya siyasî
    26.02.2025
    Li Kafêya Dêûbavan axaftin li ser beşdariya siyasî

    Piştî axaftinek kurt li ser aliyên giring ên hilbijartinê, em li ser pirsên sereke yên dêûbavên beşdar axivîn.

  • MiA Kurs a çaremîn li Essenê dest pê kir
    24.01.2025
    MiA Kurs a çaremîn li Essenê dest pê kir

    MiA Kurs ji bo jinên bi paşxana koçberiyê kurseke ziman û întegrasyonê ya di asta seretayî de ye.

  • Çalakiyên Derûniya civakî ji bo kalûpîran
    17.01.2025
    Çalakiyên Derûniya civakî ji bo kalûpîran

    Çalakiyeke derûniya civakî bi rêya tevger, dans, rîtm û muzîkê li Berlînê hat lidarxistin.

  • Rojeke taybet li Navenda Malbatan a Rengînê
    18.12.2024
    Rojeke taybet li Navenda Malbatan a Rengînê

    Di Roja Mafên Mirovan de zarokan û malbat li Berlînê kom bûn û bi hev re ev roj pîroz kirin.

  • Roja xwendinê li Rengînê bi vî awayî bû
    20.11.2024
    Roja xwendinê li Rengînê bi vî awayî bû

    Di pirtûkxaneya me de zarokan karîn bi Kurdî (kurmancî, soranî, zazakî), Almanî û Tirkî guhdariya xwendina pirtûkan bikin.

  • Workşopên Govendê dest pê kirin
    10.10.2024
    Workşopên Govendê dest pê kirin

    Yekemîn Workşop li ser dîlana Delîlo bû. Beşdar fêrî gav û ritmên dîlanê bûn, herweha derbarê paşxana çandî ya dîlanên Kurdî agahî wergirtin.

  • Kursa Soranî ji bo mezinan
    19.09.2024
    Kursa Soranî ji bo mezinan

    Hûn dixwazin Soranî hîn bibin?wê demê serdana kursa Soranî ya ji bo mezinan bikin ku ji aliyê Akademiya Yekmalê li Berlînê tê birêvebirin. Ev kurs ji bo wan kesane ku dixwazin fêrî axaftin û niv&ic...

  • Dibistana Şemiyê ya Yekmalê
    13.09.2024
    Dibistana Şemiyê ya Yekmalê

    Dibistana Şemiyê projeyekê Yekmalê ye ku dixwaze bi riya çalakiyên cur bi cur ziman û çanda kurdî hînî zarokên kurd li Berlînê bike.

  • Workşopa dansê ji bo jinan/dayikan
    13.09.2024
    Workşopa dansê ji bo jinan/dayikan

    Ma hûn dixwazin tenduristiya xwe bi rengek xweşî baştir bikin, êşa laşê xwe bişkînin, stresê rakin û di heman demê de tevgerên nû fêr bibin?

  • Kafêya Dêûbavan
    13.09.2024
    Kafêya Dêûbavan

    Kafêya Dêûbavên cîhek nefermî ya hevdîtinê ye ji bo dêûbavan da ku di dema vexwarina qehwe û çay de li ser mijarên dêûbavtî û torbendiyê bi hev re nîqaş bikin.