Herdû şaxên Yekmalê yên li bajarokên Bielefeld û Herfordê di 21ê Adarê de bi hev re Şahiya Newrozê lidar xistin. Şahî di çarçoveya „Rojên Canda Kurdî“ de li Herfordê hat organîzekirin.
Bername di demjimêr 16:00an de li Lutherhaus a Herfordê bi axaftina vekirinê ji aliyê rêveberên me yên şaxên Herford û Bielefeldê Zübeyde Polat û Murat Mang hat destpêkirin.
Li der û dora Herford û Bielefeldê nêzî sed kes tevlî şahiyê bûn. Ji bo zarokan çalakiyên taybet hatibûn plankirin. Lîstikên kevnar ên Kurdistanê bi zarokan hatin lîstin. Lîstikên wek bendê destan, şeşik (heftok, pêncok), nehbirk, pêşbirka hêkan, desmal revandin û herî dawî jî pêşbirka pirsên kurdî hatin kirin. Zarok bikêfxweşî tevlî lîstikan bûn, malbat pir kêfxweş bûn û spasiya xwe anîn ziman. Herweha malbatan bi xwe re xwarin anîbûn û li wir bi hev re xwarinên xwe xwarin.
Beşeke din a balkêş pêxistina Agirê Newrozê bû. Li dora agir jî govend hat gerandin. Bi Def û stranan coşa Newrozê heta êvarê berdewam bû. Em spasiya hemû hevkar û mêvanên xwe dikin ji bo lidarxistina vê şahiya bicoş.