Di çarçoveya Rojên Wêje û Sînemaya Kurdî de li Berlînê, em we vedixwînin gotûbêja li ser romana "Hangar Fünf - Derîyê Winda" a nivîskara kurd Yildiz Çakar. Di rûnîştinê de dê nivîskar bixwe jî beşdar bibe û bersiva pirsên we bide.
Hangar Fünf/Derîyê Winda, çîroka kesên ji sê hawirdorên cîhanê ye ku ji ber şer û zilmê ji bêgavî ji warên xwe berê xwe didin ser heman rêyê. Hangar Fünf, cîhanê dike gundekî biçûk û ev kesên ji bêgavî terka warên xwe dikin, dibin kesên ji heman axê. Bi vî awayî hîn bêtir ji hev fêm dikin, li dor heman hêvî û hestan dibin xelek.
Roja Duşemê, 5ê Gulanê 2025an
Dem: 18:00
Cih: Navenda Malbatan a Rengînê (Waldemar str. 57, 10997 Berlin)
Ziman: Kurdî (Kurmancî)
Em bi hêviya dîtina we ne!