Wêne ji: IntMig/Teddy Moarbes
Di 15ê Tîrmeha 2025an de, komeleya Yekmalê ji bo Şahiya Havînê ya ku ji aliyê birêz Katarina Niewiedzial, berpirsyara karûbarên Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê ya Senata Berlînê ve hatibû lidarxistin, hat vexwendin. Hevkarên me Merih Ergün, rêvebirê Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal, Maryna Markova, rêvebira beşa Beşdarî û Civatsaziyê û Cornelia Rasulis, cîgira Rêvebira Giştî tevlî şahiyê bûn. Şahiya Havînê ya salane derfetekê ji bo danûstandin û torbendiyê ava dike ku nûnerên Rêveberiya Senatê jî amade dibin.
Tîma me ev derfet bikar anî ku bi gelek hevpar û hevkarên me, siyasetmedar û kesên ji rayedarên Berlînê re biaxive. Armanc ew bû ku li ser pêşkeftinên pîşeyî û naverokê diyalogê bikin û hevkariyên heyî bihêz bikin an yên nû ava bikin. Ev şahî xaleke girîng a salê û derfetekek baş bû ku em bi mirovên hevfikir re hêza xwe xurt bikin û fikrên xwe pêşve bibin.