25 Tîrmeh 2025 | Berlîn

Bernameya betlaneya Havînê ya Yekmalê

 

 

Her çend hewa bi awayek din xuya bike jî, betlaneyên havînê yên Berlînê li ber derî ne! Îsal komeleya Yekmalê ji bo kesên ku niha li malê dimînin, bernameyek havînê ya dewlemend amade kiriye da ku kes di vê demsalê de bêzar nebe.

 

Li sê cihên me; Navenda Malbatan a Rengînê li Kreuzbergê, Navenda Malbatan a High-Deckê û Boddinbox li nêzîkî Neuköllnê, derfet ji zarok û malbatan re hatiye çêkirin ku beşdarî geştan, workşopên afirîner û tendirustiyê, herweha çalakiyên din bibin. Di bernameya me de ji bo her kesî tiştek heye.

 

Hemû çalakî bêpere ne û vexwarinên sivik jî dê werin pêşkêşkirin.

 

Hûn dikarin hûrgiliyên bernameya me li ser vê lînkê bibînin.

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR