Îro 38emîn salvegera êrîşa kîmyayî ya li dijî bajarê Helebce ya başûrê Kurdistanê ye. Di 16ê Adara 1988an de rejîma Be’s a Iraqê bi çekên jehrî bombebarana gelê Kurd kir li bajarê Helebceyê. 5.000 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 10.000 kesan jî birîndar bûn. Dehan hezar kes jî koçber bûn, gelek malbat ji hev veqetiyan û gelek zarok jî di vê demê de wenda bûn. Bandora vê êrîşê heta îro jî didome, bi taybet li ser ax û kesên rizgarbûyî.
Ev êrîşa li dijî Helebceyê beşek ji Jenosîda li dijî kurdanv bû ku rejîma Saddam Huseyin di navbera salên 1986-1989 de bi navê „Enfal“ pêk anî. Di vê jenosîde de 182.000 merivên Kurd û merivên ji kêmneteweyên din hatin kuştin û 4.500 gund jî hatin wêrankirin.
Helebce sembola yek ji serdemên herî xemgîn û trajîk ên dîrokê ye û ev jenosîd sûcekî giran e li dijî sivîlan û tevahiya mirovahiyê. Ji bo me kurdan, Helebce êşa me, dîroka zilmê ya li hember me û qurbaniyên ku gelê me ji ber kurdbûnê dane, tîna bîra me.
Îro em hemû qurbaniyên jenosîda li dijî Helebceyê bi bîr tînin. Fikir û hevsoziya me bi van malbatan re ye ku zarok û hezkiriyên xwe wenda kirine û bi encamên vê sûcê re dijîn. Em bi zelalî dibêjin: Divê qet destûr neyê dayîn ku jenosîd û sûcên wisa carek din dubare bibin.
Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku gelê Kurd li Tirkiyê, Îran, Sûriye û Iraqê hê jî bi gef, tundûtûjî û zilmê re rû bi rû ye. Li deverên cûda yên Kurdistanê, Kurd di bin zexta siyasî de dimînin. Di heman demê de gelê Kurd ji bo maf, rûmet û azadiya xwe li ber xwe dide.
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)
16ê Adara 2026an