16 Adar 2026 | Daxuyanî

Ji bo bîranîna qurbaniyên Jenosîda li dijî kurdan li Helebceyê

Îro 38emîn salvegera êrîşa kîmyayî ya li dijî bajarê Helebce ya başûrê Kurdistanê ye. Di 16ê Adara 1988an de rejîma Be’s a Iraqê bi çekên jehrî bombebarana gelê Kurd kir li bajarê Helebceyê. 5.000 kesan jiyana xwe ji dest da û nêzî 10.000 kesan jî birîndar bûn. Dehan hezar kes jî koçber bûn, gelek malbat ji hev veqetiyan û gelek zarok jî di vê demê de wenda bûn. Bandora vê êrîşê heta îro jî didome, bi taybet li ser ax û kesên rizgarbûyî.

Ev êrîşa li dijî Helebceyê beşek ji Jenosîda li dijî kurdanv bû ku rejîma Saddam Huseyin di navbera salên 1986-1989 de bi navê „Enfal“ pêk anî. Di vê jenosîde de 182.000 merivên Kurd û merivên ji kêmneteweyên din hatin kuştin û 4.500 gund jî hatin wêrankirin.

Helebce sembola yek ji serdemên herî xemgîn û trajîk ên dîrokê ye û ev jenosîd sûcekî giran e li dijî sivîlan û tevahiya mirovahiyê. Ji bo me kurdan, Helebce êşa me, dîroka zilmê ya li hember me û qurbaniyên ku gelê me ji ber kurdbûnê dane, tîna bîra me.

Îro em hemû qurbaniyên jenosîda li dijî Helebceyê bi bîr tînin. Fikir û hevsoziya me bi van malbatan re ye ku zarok û hezkiriyên xwe wenda kirine û bi encamên vê sûcê re dijîn. Em bi zelalî dibêjin: Divê qet destûr neyê dayîn ku jenosîd û sûcên wisa carek din dubare bibin.

Di heman demê de, em bang li civaka navneteweyî dikin ku gelê Kurd li Tirkiyê, Îran, Sûriye û Iraqê hê jî bi gef, tundûtûjî û zilmê re rû bi rû ye. Li deverên cûda yên Kurdistanê, Kurd di bin zexta siyasî de dimînin. Di heman demê de gelê Kurd ji bo maf, rûmet û azadiya xwe li ber xwe dide.

Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê (Yekmal)

16ê Adara 2026an

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR