Di 2ê Tîrmeha 2026an de, namzetê şaredariya Friedrichshain-Kreuzbergê yê Partiya Çep René Pérez Domínguez serdana ofîsa me ya Yekmalê li ser Schönleinstraße kir. René Pérez Domínguez niha serokê koma parlemanî ya Encumena navçeya Friedrichshain-Kreuzbergê ye.
René Pérez Domínguez li ser xebatên cûrbicûr ên Yekmalê bi taybetî projeyên li navçeyê agahî girtin. Di nav wan de projeya Rêberên Întegrasyonê, Navenda Malbatan a Renginê, Şêwirmendiya ducaniyê ya Navçandî, projeya "Piştgiriya ji bo Dêûbavên bi paşxana Penaberiyê". Plana vekirina dibistanek seretayî ya duzimanî ya Kurdî-Almanî di payîza 2027an de, bala wî kişand. René Pérez Domínguez soza piştgiriyê da di lêgerîna avahiyê de, ku hîn jî ji bo dibistana seretayî nehatiye dîtin. Friedrichshain-Kreuzberg ji bo dibistanê cihekî baş e. Yekmalê di sala 2018an de jî Zaroxaneya Piya-Kreuzbergê vekir.
Gotûbêja me nêzîkî du saetan berdewam bû ku pir zindî, bawerî û piralî bû. Em spasiya René Pérez Domínguez dikin ji bo eleqeya wî ya mezin ji bo xebatên me û piştgiriya wî.
Em ji hemû namzet û partiyên demokratîk re serkeftinê dixwazin û hêviya kampanyayek hilbijartinê ya dadperwer û rêzdar dikin.