Rêvebera Giştî ya komeleya me Günay Daricî tevî berpirsyara beşa Pêşxistina şaxan, Stella Kwarteng û berpirsyarê beşa Alîkariya Zarok û Ciwanan, Taylan Polat serdana şaxa me ya Yekmalê li bajarê Essenê kirin.
Armanca serdanê ji nêz ve danûstandina pîşeyî, hevdîtinên rûbirû û hayîdarbûn li ser xebatên şaxê bû. Bi hevkarên xwe yên li ofîsa Şaxa Essenê re, me serdana hevparên xwe yên sereke, di nav de Navenda Begegnungszentrum Weberplatz, "Zuhause am Wasserturm", Navenda VielRespektZentrum, Ajansa Dilxwazan û komeleyên Kurd li Essenê kirin.
Gotûbêjên rasterast bi hevparên me re gelek girîng bûn, ji ber ku karê me yê rojane û girîngiya hevkariyê destnîşan kirin. Van nîqaşan careke din rola girîng a torên pêbawer û çalakiyên seretayî ji bo malbat, zarok û ciwanan nîşan dan.
Em spasiya hemû beşdarên hevdîtinan dikin ji bo van nîqaşên vekirî, danûstandina girîng û nêrînên hevbeş. Armanca me ew e ku em karê xwe her tim pêşve bibin, xebatên nû pêk bînin û beşdariya civakî û derfetên wekhev bi awayekî domdar bihêz bikin.