Di 15ê Tîrmeha 2026an de, komeleya Yekmalê beşdarî maseya lêkolînê ya "Architects of the New Middle East and North Africa – The Role of Youth in Promoting Regionalism and Cross-Border Cooperation“ " bû ku ji aliyê WeAreMENA ve li Bundestag a Almanyayê li Berlînê hat lidarxistin.
Vê xebatê dîplomat, lêkolîner, biryarderên siyasî û nûnerên civaka sivîl anîn cem hev da ku li ser encamên lêkolîneke herêmî gotûbêj bikin û balê bikşînin ser rola ciwanan di bihêzkirina hevkariya herêmî de li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê.
Em kêfxweş bûn ku bûn beşek di vê danûstandin û gotûbêja girîng de. Em bi hev re ligel dengên cihêreng ên herêmê re li ser derfet û alingariyên hevkariya ciwanan axivîn.