17 Tîrmeh 2026 | Berlîn

Şahîya Havînê ya Tîma Yekmalê ya Berlînê

Di 4ê Tîrmeha 2026an de, me bi karmendên xwe yên li Berlînê re şahiya havînê lidar xist.

Her çend hewa bi tevahî ne li gorî me bû û car caran baran dibarî jî, me nehişt ku moralê me xirap bike. Me xwarinên xweş tam kirin, em gelek kenîyan, me bi muzîka Kurdî govend kir û stran gotin. Xebatkarên me gelek demjimêrên xweş bi hev re derbas kirin.

Di destpêka şahîyê de, Rêvebera Giştî ya Yekmalê, Günay Darici axivî û bi germî spasiya hemû karmendên Yekmalê kir ji bo hevkariya wan a dilsoz û hêja û dûv re bufe vekir. Wekî nîşanek pêzanînê jî, Rêvebera me ji bo organîzekirina şahiya havînê çepikek gul pêşkêşî hevkarên me Murat, Salam û Sevda kir.

Bi saya gelek xwarinên xweş ên ku her kesî bi xwe re anîbûn, bufeyek rengîn û cihêreng çê bû ku cihêrengiya tîmê me nîşan dida. Spasiyek ji dil ji her kesê re ku bi xwarinên xwe yên xweş û kêfxweşiya xwe beşdarî vê şahiya havînê bûn.

Taybetmendiyek xweş ew bû, hevkarên me yên ku ji ber bernameyên kar ên cuda an jî jiyana rojane ya mijûl kêm hevdu dibînin, derfet dîtin ku bi hev re hevdîtin bikin û bi dîtina hev kêfxweş bin. Zarokan jî demek xweş derbas kirin û tevahiya rojê bi hev re lîstin. Vê yekê şahiya me ya havînê hîn xweştir û zindîtir kir.

Ev kêliyên hevpar rihê tîma me xurt dikin û nîşan didin ku em dikarin bîranînên xweş biafirînin, tewra di baranê de jî.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR