02 Tebax 2024 | Berlîn | Şêwirmendî

Şêwirmendiya Qanûna Koçberiyê ji bo Koçber û Penaberan

Em li ser hemû mijar û pirsgirêkên têkildarî mayîna we li Almanyayê û koçkirina we ya ji bo Almanyayê şêwirmendiya qanûnî pêşkêş dikin:

  • Bernameyên qeydkirin û yekbûna malbatî
  • Qanûna Koçberiya karkerên pispor
  • Mafê rûniştin û perspektîvên mayînê
  • Mafê rûniştina hertimî
  • Şêwirmendî li ser wergirtina welatînameyê
  • Mafê rûniştinê ji bo endamên malbatê an zarokan
  • Piştgirî di wergirtina belgeyên wekî sertîfîkayên hawsergîriyê, sertîfîkayên mirinê, pejirandina bavîtiyê an pasportan de
  • Karûbarên vîzeyê
  • Serlêdanên ji bo Saziya Koçberiyê ya Eyaleta Berlînê an saziyên din ên Berlînê

Em ji bo wergirtina mafên we yên qanûnî li ser hemû mijarên girêdayî mafê rûniştinê, yekbûna malbatê, koçberiya karkerên pispor û wergirtina welatînameyê şêwirê didin we. Armanca me ew e ku ji bo her pirsgirêkekê, çareseriyekê bibînin. Bi rêya agahî û şêwiran, em dixwazin hûn bikaribin mafên xwe nas bikin û bikarin alingariyên ku di sazî, rêveberî û xizmetguzariyan de rastî we tên, derbas bikin.

Em di çarçoveya Tora Navendên Şêwirmendiyê yên Berlînê de, bi navendên din ên Şêwirmendiyê û gelek hevparên din hevkariyê dikin. Di nav wan de Xenion, Zentrum Überleben, navendên şêwirmendiya pispor û herweha parêzer, bijîşk û saziyên perwerdehiyê.

Tîma me

Tîma me ji hiqûqnas û xebatkarên civakî pêk tê û li benda we ye!

  • Cornelia Rasulis, perwerdekara civakî
  • Elcin Yalcin, hiqûqnas
  • Jalal Mohammed Amin, hiqûqnas
  • Stefan Köllner, Piştgirê qanûnî

Em bi zimanên Almanî, Kurdî, Erebî, Tirkî, Farsî û Îngilîzî şêwirê didin.

Demên xebatê

  • Duşem heta Înê: 09:00 - 17:00
  • Şêwirmendî tenê bi wergirtina Termînê pêkan e!
  • Termîn bi rêya telefon an E-Mailê tê wergirtin!

Pêwendî

Festnetz: 030 616 25 848
Handy: 0157 348 79 140
WhatsApp: 0157 348 79 140
E-Mail: beratung@yekmal.de

Karl-Marx-Straße 172, 12043 Berlin-Neukölln

Piştgirên darayî

My alt text

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR