Komeleya me li Berlîn, Bremen û Nordrhein-Westfalenê angebotên curbicur ên şêwirmendiyê pêşkêşî van merivan dike ku di rewşên dijwar ên jiyanê de pêdiviya wan bi piştgiriyê heye. Em hewl didin alîkariya we bikin da ku mafên xwe bistînin.
Em bi awayekî pirziman û hestyar di aliyê çandî de, kar dikin. Em her tim hewl didin ku ji bo her pirsgirêkê çareseriyek guncav bibînin. Bi we re em pilansaziya gavên pêşerojê dikin. Armanca me ew e ku em bi rêya agahîdan û şêwirmendiyê hêz bidin we da ku hûn mafên xwe nas bikin û bikarin bi rewşên dijwar ên ji hêla sazî, rêveberî û qanûnê re tevbigerin. Em di mijarên civakî û malbatî de, herweha di bûyerên Dîskrîmînasyonê de piştgiriya we dikin.
Li Berlînê em wek komeleyek xweser a koçberan, Şêwirmendiya Qanûnî li gor Qanûna Xizmetên Hiqûqî ya Penaberî û mafê nîştecihbûnê pêşkêş dikin.
Angebotên me yên Şêwirmendiyê di çarçoveya beşên me yên Şêwirmendiya Yekmalê, Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal û Piştgiriya Malbatê de ne.
Em li ser hemû mijar û pirsgirêkên têkildarî mayîna we û koçkirina we ya ji bo Almanyayê şêwirmendiya qanûnî pêşkêş dikin.
Armanca me ew e ku ji bo demên dijwar malbatan xurt bikin û bi hev re bixebitin da ku çareseriyên avaker pêşve bibin.
Em li ser hemû pirsên girêdayî qanûna penaberiyê şêwirmendiya qanûnî pêşkêş dikin û alîkariya we dikin di dema hevdîtinên bi BAMF'ê re.
Ji 1ê Tîrmeha 2025an pê ve, Yekmal projeya Rêberên Întegrasyonê li Friedrichshain-Kreuzbergê digre ser xwe.
Em agahiyên berfireh li ser mijarên têkildarî ducaniyê, jidayikbûnê, lênihêrîna tendirustî, xwarin û çarçoveyên qanûnî pêşkêş dikin.