Ji sala 2019’an vir ve li Berlînê xwendekarên kurd dikarin zimanê kurdî di dibistanê de hîn bibin. Dersên kurdî pêşî bi Kurmancî dest pê kirin û piştî wextekê jî Kirmanckî/Zazakî jî li bernameyê hat zêdekirin. Ev pêşveçûn bi saya ked û xebateke gelek mezin a gelek saziyên Kurdan û dildarên zimanê kurdî pêk hatibû. Îsal dersên Kurmancî di 3 dibistanan de tê dayîn. Dersên Kirmanckî/Zazakî jî tenê di dibistanekê de tê dayîn.
Lê mixabin, em hîn bûn ku ji ber ku qeydên ji bo dersên kurdî kêm e, îhtîmal heye dersên kurdî di sala pêş me de berdewam nekin. Lewma jî xweyîderketineke xurt hewce ye. Li gorî çavdêrî û lêkolînên me, hêj jî piraniya malbatan nizanin ku zarokên wan dikarin di dibistanan de dersên kurdî hilbijêrin. Rêveberiyên dibistanan û Senatoya Berlînê jî têra xwe vê agahiyê belav nakin. Lewma, em dixwazin forumeke berfireh li dar bixin û wekî hemû sazî, komele û kesên dildarê zimanê kurdî werin cem hev, hem rewşa heyî ya dersên Kurdî nîqaş bikin hem jî xebat û stratejiyên hevpar bidin ber xwe ku em bikarin zimanê xwe, nasnameya xwe li Berlînê zêdetir nîşan bidin û hêza xwe xurttir bikin.
Forum vekirî ye ji bo hemû kes û saziyên eleqedar.
Roj: 16ê Gulanê 2025
Dem: 17:00 - 20:00
Cîh: Navenda Malbatan a Rengînê, Waldemarstr. 57, 10997
Ziman: Kurdî û Almanî
Sazî û komeleyên forumê li dar dixin: