Roja 20ê Sibata 2026an bi boneya Roja Navneteweyî ya Zimanê Dayikê Roja Pisporiyê ji aliyê Akademiya Yekmalê ve bi sernavê „Beşdariya dêûbavan di dibistanan de - girîngî û potansiyela waneyên zimanê dayikê“ bi awayek serhêl hat lidarxistin.
Me pisporên ji qada perwerdehiyê, zanist, rêveberî û civaka sivîl anîn cem hev da ku li ser rola pirzimaniyê û beşdariya dêûbavan ji bo dadperweriya perwerdehiyê gotûbêj bikin.
Piştî axaftina bixêrhatinê ji aliyê Günay Darici, Rêvebera Giştî ya komeleya Yekmalê û Akademiya Yekmalê, Katharina Niewiedzial, Berpirsyara Senata Berlînê ya ji bo karûbarên Beşdarî, Întegrasiyon û Koçberiyê, herweha Anja Treichel ji Tora Dêûbavan a Rêxistinên Koçberan ên ji bo Perwerdehî û Beşdariyê (bbt) di axaftinên xwe yên vekirina bernameyê de tekez li ser girîngiya siyasî ya perwerdehiya bi zimanê dayikê ji bo derfetên wekhev û beşdariya demokratîk kirin. Katharina Niewiedzial eleqeya xwe ya taybetî ji bo encamên lêkolînê yên ku hatin pêşkêşkirin û danûstandinên din nîşan da.
Dr. Erkan Gürsoy ji Zanîngeha Duisburg-Essen, IfSM, pêşkêşiyek li ser "Pirzimanî bêyî derfetên wekhev" pêşkêş kir. Wî bal kişand ser alingariyên pêkhateyî yên ku rastî malbatan tên di jiyana pirzimanî de û rola ku saziyên perwerdehiyê dikarin di bihêzkirina van çavkaniyan de bilîzin. Piştî vê yekê, Münevver Azizoğlu Bazan û Dr. Handan Çağlayan encamên lêkolîna xwe ya li ser “Bandora waneyên bi zimanê dayikê li ser beşdariya perwerdehiyê ya dayik û bavên xwedî paşxana penaberî û koçberiyê” pêşkêş kirin. Encam nîşan dide ku hînkirina zimanê dayikê ne tenê pêşveçûna zimanê zarokan pêş dixe, lê di heman demê de piran di navbera dibistan û malê de jî ava dike. Bi vî awayî beşdarî bi awayekî domdar hêzdar dibe.
Di çarçoveya Roja Pisporiyê de du workşopên hevdem hatin pêkanîn û bûne derfetek ji bo danûstandineke kûr.
Di workşopan de behsa rêbazên pratîk, ezmûnên ji xebatên perwerdehiyê û alingariyên pêkhateyî hat kirin. Hat zelalkirin ku beşdariya dêûbavan wê demê serketî dibe ku pirzimanî wekî çavkaniyek were nas kirin, zimanên dayikê bi awayekî pêkhateyî werin bihêzkirin û perspektîfên rexnegir ên li hember cudakariyê bi berdewamî werin bicîhkirin.
Di dawiyê de Cornelia Rasulis, Rêvebera Giştî ya Akademiya Yekmalê encamên sereke yên Roja Pisporiyê bi kurtasî pêşkêş kirin û spasiya hemû beşdaran kir.
Em spasiya Berpirsyariya Senata Berlînê ya ji bo karûbarên Beşdarî, Întegrasiyon û Koçberiyê dikin ji bo piştgiriyê, herweha spas ji bo hevkara/ê me Tora Dêûbavan a Rêxistinên Koçberan ên ji bo Perwerdehî û Beşdariyê (bbt)), Tora BEFaNê û projeya me ya WIRKT! - ji bo alîkariya wan. Herweha spasiyek ji dil ji hemû beşdaran re ji bo danûstandina wan a dilsoz û beşdariyên wan ên hêja.