Di 9ê Gulana 2026an de, bernameya me ya Çerxa Hêzdarkirinê li Navenda me ya Malbatan a Rengînê li Berlîn-Kreuzbergê pêk hat. Bala me vê carê li ser danasîna pirtûka "Çand Kurd" bû ku berhevokeke ji lîstik, rêûresm û çîrokên Kurdî.
Beşdaran bi hev re lîstikên ji zarokatiya dê û bavên xwe bi bîr anîn û parve kirin. Vê yekê cîhek zindî afirand ku tijî bîranîn, kêfxweşî û girêdana çandî bû. Bi taybetî tiştê herî xweş ew bû ku beşdaran eleqeyek mezin ji bo veguheztina van lîstik û rêûresmên kevneşopî ji zarokan re û zindî hiştina wan di jiyana rojane de, nîşan da.
Di heman demî de bîrokeyên destpêkê hatin berhevkirin ji bo ku naveroka pirtûkê di pratîkê de cihê xwe bigre. Wek mînak di bernameya havînê ya Navenda me ya Malbatan a Rengînê, li Zaroxaneyên me, an jî li cihên din ên perwerdehî û civakî. Armanc ew e ku zarok bi awayê lîstokî ziman, çand û nirxên hevpar nas bikin.