Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a cotzimanî veke. Em bi vî awayî dest bi pêngavek girîng di perwerdehiya pirzimanî ya li Almanyayê de dikin.
Dibistana seretayî ya ku di qonaxa avakirinê de ye, dê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî li Almanyayê û dê modelek perwerdehiyê ya nûjen û cotzimanî bişopîne ku bi awayek wekhev Almanî û Kurdî di jiyana rojane ya dibistanê de vedihewîne.
Bi damezrandina Komeleya Piştgiriya Dibistana Seretayî ya Riza Baran di meha Gulana 2026an de, gavek din a girîng ber bi damezrandina dibistanê ve hatiye avêtin. Ew komele dê piştgiriya manewî, rêxistinî û darayî ji bo pêşkeftina dibistanê peyda bike û derfeta vê yekê biafirîne ku dêûbav, piştgir û sponsorên dilsoz bi awayekî çalak beşdarî şekildana projeyê bibin.
"Bi Dibistana Seretayî ya Riza Baran re, em navendek perwerdehiyê diafirînin ku pirzimanî wekî çavkaniyek tê fêmkirin û jiyandin. Divê derfeta zarokan hebe ku jêhatiyên xwe yên zimanî û çandî pêşve bibin û di heman demê de perwerdehiyek dibistanê ya bi kalîte bistînin," Gunay Daricî, Rêvebera Giştî ya Yekmalê dibêje.
Dibistan ji hemû malbatan re vekirî ye; koka wan û zimanê wan ê dayikê her çi be. Armanca dibistanê ew e ku ji destpêkê ve ji zarokan re avantajên mezinbûna pirzimanî peyda bike û di heman demê de ji bo derfetên wekhev, tevlîbûna civakî û têgihiştina navçandî gavekê bavêje. Konsepta perwerdehiyê ya dibistanê li ser ezmûna bi salan a komeleya Yekmalê di qada perwerdehiya cotzimanî de, ava dibe. Yekmal bi salan e Zaroxaneya Almanî-Kurdî li Berlînê bi awayek serkeftî birêve dibe. Dibistana seretayî ya nû dê vê nêzîkatiya perwerdehiyê bidomîne. Çend waneyên wek zanist, bîrkarî, spor, muzîk û huner dê bi du zimanan werin pêşkêşkirin. Ji bo fêrkariya zimanê kurdî jî dê heftane çar an pênc wane hebin. Tevahiya roja dibistanê (ji plana xwarinê heya alîkarî û lênêrîn) bi awayek cotzimanî hatiye sêwirandin.
Dibistana Seretayî ya Riza Baran xwe wekî navendek fêrbûnê ya berfireh dibîne ku pirrengî, demokrasî û rêzgirtina hevdu ji pêkhateyên sereke ne di pratîka perwerdehiyê ya rojane de. Pirzimanî ne wekî îstîsna, lê wek rastiyek civakî û derfetek perwerdehiyê tê hesibandin.
Derbarê komeleya Yekmalê de
Komeleya Yekmalê rêxistinek xweser a koçberan a ne-qezancxwaze ku navenda wê ya sereke li Berlînê ye. Zêdetirî 30 salan e ku Yekmal ji bo perwerdehî, pirzimanî, beşdariya civakî û pêşvebirina ziman û çanda Kurdî dixebite. Ji bilî xizmetên perwerdehiyê, şêwirmendiyê û piştgiriya malbatan, Yekmal xwediyê zaroxaneyên cotzimanî yên Almanî-Kurdî ye û li ser asta Almanyayê parêzvaniya perwerdehiyek giştgîr û hestiyar li hember cudakariyê dike.
Têkiliyên medyayê
beşa Medya û Têkiliyên Giştî li komeleya Yekmalê
Rêveber: Shaswar Mame
E-Mail: medien@yekmal.de