Roja Yekşemê, 7ê Hezîrana 2026an, bazareke kelûpelên kevn li Boddinplatzê li navçeya Berlîn-Neuköllnê hat vekirin. Komeleya Yekmalê jî bi standeke kelûpelên zarokan, xwarin û vexwarinê beşdar bû.
Ev çalakiya balkêş ji aliyê cîranên taxê ve, bi hevkariya GEKO û piştgiriya rêveberiya taxa Flughafenstraße hat lidarxistin.
Bi anîna kelûpelên kevn ên zarokan ji qada lîstikan a Boddinspielplatzê, muzîka zindî, herweha kek, selete û popkorna malê, em bûn beşek ji rojek zindî û rengîn. Hevkarên me Îbo û Onûr bi awazên xwe yên muzîkê bi me re bûn û atmosferek xweş avakirin.
Gelek zarokan derfet dîtin ku pêlîstokên xwe yên kevn bifroşin, di heman demê de dêûbav û malbatan bi hev re sohbet dikirin. Herweha malbatên nû derfet dîtin ku li Boddinboxê li ser gelek xebatên me agahî bigrin û li ser karên me yên li taxê zêdetir bizanin.
Em li Boddinboxê (Mainzer Straße 26a), projeyên komeleya xwe yên wek "Xala Têkiliyê ya dijî Tundî û Cudakariyê", "Hevdîtina Malbatan li Boddinboxê" û "Em bi hev re xurt in" birêve dibin û gelek çalakiyên cûrbicûr û afirîner di tevahiya salê de pêşkêş dikin. Bala xebatên me li ser bihêzkirina kesên ku serdana me dikin û xebatên ku bi hestyarî li hember cudakariyê tên kirin e.
Piştînîvroyek xweş bû ku careke din hêz û zindîtiya torbendiyê di taxa me de nîşan da. Em spasiya hemû beşdaran dikin û hêvîdar in ku sala bê jî beşdar bibin.