27 Tîrmeh 2026 | Daxuyanî

Daxuyanî li ser êrîşa li dijî CSD ya li Berlînê

Bi êrîşa li dijî meşa CSD li Berlînê ya di 25ê Tîrmeha 2026an de, em pir xemgîn û şok bûn. Di vê êrîşê de herî kêm kesek hat kuştin û gelekên din jî birîndar bûn. Vê êrîşê kesên ku ji bo pirrengî, azadî, xuyabûn û mafên wekhev disekinin hedef girt.

Em wek Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal (CiD) ya komeleya Yekmalê, her cûre nefret, tundûtûjî û tundrewîyê bi tundtirîn awayî şermezar dikin. Em bi qurbanî, malbata wan û hemu kesên ku ji ber vê kiryarê zirara fîzîkî an rihî dîtine re ne.

Di demekî de ku nirxên demokratîk û mafên mirovan di bin êrîşê de ne, em bi hev re ji bo civakek vekirî, pirreng û hevgirtî radiwestin. Kesên queer di nav komên civakî de ne ku herî zêde ji dijminatî, dûrxistin û tundûtûjîyê bandor dibin. Gelek ji wan rastî gelek awayên cudakariyê tên, mînak li gorî meyla wan a seksî an nasnameya wan a zayendî digel taybetmendiyên din ên wekî cihê ku jê hatine, dîn, astengdarî, rewşa sosiyal an jî ezmûnên bi nijadperestiyê re. Ji ber vê yekê, girîngtir e ku ewlehî, xuyabûn û beşdariya wan a wekhev di jiyana civakî de were garantîkirin. Ji ber tirsa nefret an tundûtûjiyê, divê tu kes neyê astengkirin ku bi nasnameya xwe azad bijî û qadên giştî bikar bîne.

Em li kêleka civaka LGBTQ+ û hemû kesên bandordar disekinin. Pirrengî hêza me ye. Em dê nehêlin ku nefret civaka me parçe bike.

Navenda Pirrengiya Înterseksiyonal a Yekmalê

 

Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR