11 Mijdar 2026 | Berlîn | Şêwirmendî

Konferansa 10 saliya Şêwirmendiya Qanûnî ya Yekmalê

Ji bo pîrozkirina 10 saliya Navenda Şêwirmendiyê ya Yekmalê, komeleya me di 5ê Mijdara 2026an de li Berlînê konferansa "Di navbera Penaberî, Niştecîhbûn û Perspektîfên Mayînê de - Zehmetiyên niha di pratîka Şêwirmendiya Serbixwe de" lidar xist.

Ji bilî Reforma Sîstema Penaberiyê ya Hevpar a Ewropî (CEAS), konferansa me li ser tundkirina qanûnên rûniştinê yên ku ji aliyê Hikûmeta Federal a Alman ve di mehên dawî de hatine pêşkêşkirin, herweha ka guhertinên di pratîkên qanûnî yên sazî û rayedarên Berlînê de çawa têne bicîhkirin, axivî.

Katarina Niewiedzial, Rêvebera Senatoya Berlînê ya ji bo Beşdarî, Întegrasyon û Koçberiyê, herweha Holger Spöhr, şêwirmendê pispor ê koçberiyê li Paritätische Wohlfahrtsverband Berlin di axaftina vekirinê de pîrozbahiyên xwe pêşkêş kirin. Günay Daricî û Cornelia Rasulis balkişandin ser dîroka Navenda Şêwirmendiyê û sûdên şêwirmendiya qanûnî ya ji aliyê rêxistineke xweser a koçberan. Piştî axaftinên vekirinê, tîmê navenda şêwirmendiyê pêşkêşiyên xwe kirin. Elcin Yalcin rewşa taybetî ya penaberên Kurd ên ji Tirkiyê hatine û Celal Mohammed Emin û Peter Nobert, li ser rewşa dijwar a penaberên ji Sûriyeyê agahî dan. Fehmi Katar hin aliyên girîng ên qanûna xizmetguzariya civakî ya ji bo penaberan destnîşan kir.

Piştî nîvroyê jî panelek li ser rewşa Berlînê hat lidarxistin ku hevparên me jî beşdar bûn. Xebatkarê me Celal Mohammed Emin, Emily Barnickel ji Flüchtlingsrat Berlin e. V., Stephan Jäckel ji Schwulenberatung û Nicolay Büttner ji Zentrum Überleben bi hev re gotûbêj kirin ka şêwirmendî çawa dikare di nav kêmkirinên budceyê û pratîkên dersînorkirinê yên Berlînê de hîn jî watedar û gengaz be. Daxwaza paredarkirina pêwîst, demdirêj û sazûmanî ji bo navendên şêwirmendiyê li hikûmeta Berlînê ya pêşerojê kirin. Pêdiviya telafîkirina rawestandina piştgiriya darayî ya hikûmeta federal ji bo navendên şêwirmendiya penaberiyê ji sala 2027-an û pê ve bi fonên Berlînê jî hat gotûbêjkirin. Panela me ji aliyê Thorben Knobloch, şêwirmendê pispor ê siyaseta penaberiyê û alîkariya penaberan ve hate birêvebirin.

Bernameya konferansê bi govend û muzîka Kurdî ya ji aliyê Adnan Çelîk û Derdo ve bi dawî hat.


Vê rûpelê parve bike

Bibin aboneya Nûçenameya me



Avantajên te
Ji agahiyan dereng namînî
Her dem dikarî jê derkevî
Daneyên te parastî ne


Me bişopînin li ser

MIJARÊN TÊKILDAR