Çawa pispor dikarin tundûtûjiya seksî nas bikin? Em çawa dikarin cihên ewle biafirînin ku zarok û ciwan bikaribin li ser ezmûnên xwe biaxivin? Saziyên perwerdehiyê û pispor çawa dikarin bi awayekî guncav bersiv bidin?
Bi boneya 25ê Mijdarê - Roja Navneteweyî ya Jiholêrakirina Tûndûtûjiya li dijî Jinan, em bi dilgermî pispor û kesên eleqedar vedixwînin konferansa xwe.
Em dixwazin bi hev re li ser tundûtûjiya seksî ya li dibistanan û saziyên perwerdehiyê biaxivin, li ser rêbazên çalakiyê yên gengaz gotûbêj bikin, û ji bo danûstandin û torbendiya pîşeyî cîhek biafirînin.
Dem: 7ê Kanûna Pêşîn 2026, 10:00 - 14:00
Gihîştin: ji demjimêr 9:30
Cîh: Jugendzentrum Wutzkyallee, Berlin-Neukölln
Bi beşdariya komeleya K.O. Kein Opfer e.V. û Raum für Austausch und Vernetzung.
Qeydkirin heta 6ê Kanûna Pêşîn a 2026an bi rêya vê E-Mailê:
cid@yekmal.de
Konferans di çarçoveya projeya "Räume gegen Gewalt – Sprechen. Verstehen. Handeln." de tê lidarxistin û ji aliyê Bezirksamt Neukölln ve piştgiriya darayî tê kirin.
Em li benda beşdariya we ne!
.png)