Şêwirmendiya me ya Malbatê ya Pirziman li Berlîn û Bremenê piştgiriya malbatên koçber dike di alingariyên malbatî û mezinkirina zarokan de.
Armanca me ew e ku ji bo demên dijwar malbatan xurt bikin û bi hev re bixebitin da ku çareseriyên avaker pêşve bibin. Şêwirmendî bi awayekî kesane û nepenî bi zimanên Almanî, Kurdî, Tirkî, Erebî û Îngilîzî tê pêşkêşkirin.
Em li ser mijarên wekî pirsgirêkên têkiliyên malbatî, mezinkirina zarok, perwerde, tendirustî û têkiliya bi zarok û ciwanan re şêwirmendiyê dikin. Herweha bersiva pirsên we yên li ser zaroxane, dibistan an saziya ciwanan (Jugendamt) didin. Ger pêwîst be, em malbatan dişînin cem pispor û navendên şêwirmendiyê yên taybetmend.
Armanca me ew e ku beşdariya malbatê bi rêya şêwirmendiya seretayî pêşve bibin, ji wan re aramî bibînin û ji bo zarokên wan jî derfetên perwerdehiyê yên wekhev bibînin.
Pêwendî
Berlin
Tel.: 030 768 09 062
E-Mail: fz-highdeck@yekmal.de
Cih: Navenda Malbatan a High-Deckê: Hänselstraße 6, 12057 Berlin
Demên şêwirê: Her çarşem: 16:30 - 18:30 û bi rêya termînê
Bremen
Tel.: 0421 49938003
Handy: 0178 6608852
E-Mail: buro-bremen@yekmal.de
Hansestraße 24, 28217 Bremen
Demên xebatê: her Pêncşem: 15:00 - 17:00
Piştgirên darayî